All NewsTop

Aliyev carek din rastî serûbinî tevîhev kirîe

Serokomar Îlham Aliyev ji beşdarên Konferansa Taybet a Navneteweyî ya Partiyên Siyasî yên Asyayê (ICAPP) ku li Bakuyê bi mijara “Ewlehî û hevkarî: rola partiyên siyasî” hat lidarxistin, bangek şand û rastî careke din berovajî kir.

 Tecrûbeya dîrokî nîşan dide ku nakokî heta hetayê nikarin bidomin. Dabînkirina aştî û ewlehiyê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de li ser bingeha hiqûqa navneteweyî û prensîba dadmendiyê, pêwîstiyek serdem û demê ye. Ji vî alî ve pevguhertina zanîn û ezmûnê, berfirehkirina derfetên hevkariyê di navbera aliyên siyasî de ji bo pêşdebirina aştî û ewlehiya navneteweyî hêjayî pejirandinê ye.”

Di vê navberê de, nivîskarê peyvên weha xweş û pir rast wateyek bi tevahî cûda dixe nav wan. “Parastina aştî û ewlehiyê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî, prensîba edaletê” di feraseta serokê Azerbaycanê de şerekî êrîşkar li dijî Ermenistanê, dagirkirina herêmên wê, şantaj û tehdîda hêzê ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button