All NewsTop

Pûtîn wê li Êrîvanê bi Paşînyan ra bi hevra bijivin

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn plan dike ku di 23’ê çirîa paşin da di çarçoveya Lûtkeya Peymana Ewlekariya Kolektîf a li Erîvanê de bi Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re bicive. Li gorî nûçeya RÎA Novostî, Sekreterê Giştî yê Serokê Rûsyayê Dmîtrî Pêskov derbarê mijarê de agahî daye.

Peskov li ser pirsa gelo di çarçoveya Lûtkeya Peymana Ewlekariya Kolektîf de tê plankirin ku di navbera Pûtîn û Paşînyan de hevdîtin pêk were yan na, ji rojnamevanan re wiha got: “Belê, helbet plansaz e.”

Weke ku Pêskov diyar kir, civîn di 23ê çirîa paşin de ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button