
Par Ermenîstanêda 129,2 mlrd dram r’ik’inkirinê ecnebîye k’ese bûne. Ij vê cemê p’ara welatê YAAM weke 1/3-anî bûye- 40,1 mlrd dram. Derheqa vê yekêda CM-êda, r’ûniþtina encomanê þêwirxanêye miqîmîye t’evayîda, wexta e’ne’nekirina t’ivdîra byûcêya dîwanîye sala 2023-a Vahan K’êrobyanê wezîrê cimhöryetêyî ÿkonomîkayê gotîye.
Pêþtirî wê, bi gilîyê wezîr- sala 2021-ê sêktora malhebûna Ermenîstanêye r’astda h’ecma r’ik’inkirinê ecnebî gihîþtîye 204,8 mlrd drama. P’ara YAAM wanda kirîye 32,4 mlrd dram.
“Nîvsalîya sala 2022-aye pêþinda hecma derdahatina r’ik’inkirinê ecnebî malhebûna Ermenîstanêda gihîþtîye 41 mlrd drama. H’ecma derdahatina r’ik’inkirinê ij welatê YAAM gihîþtîye 47 mlrd drama. Yanî- ij welatê, wekî nak’evne nav YAAM, derdahatin neyênî bûye”,- wezîrê ÿkonomîkayê gotîye.
H’ecm a r’ik’inkirinê ecnebîye k’ese vê sirêda kirîye weke 76,5 mlrd dram. Ij wana 57,5 mlrd dram ij welatê YAAM hatine.