SocietyTop

Ermenîstanêda gvardîa polîsîyayê wê bê e’frandinê                           

Ermenîstanêda tê têr’adîtinê ser h’îmê e’skerê polîsîyayê, serwêrtîya p’arastina dîwanîye sereke û  binp’ara polîsîya r’êye hevr’êkirinê gvardlîa polîsîyayê pêkbînin. Çawa «Armênprês” e’lamdike, r’ûniþtina encomanê CM-ye miqîmîye t’evayîda  wexta e’ne’nekirina t’ivdîra qanûna derheqa byûcêya sala 2023-aye dîwanîda derheqa vê yekêda Ara Fîdanyanê dewsgirtîyê midîrê Polîsîyayê got- bi binxetkirina, wekî pey pêkanîna wezareta k’arê höndör’r’a wergöhastin û vefikirkirina xeleq û e’rk’ê Polîsîyaêye r’ik’inî wê bê mîaserkirinê.

“Em têr’a divînin van erk’a bidine gvardîa polîsîyayê- p’arastina qeydê civakî û ewlekirina bêqezîabûna civakî, ewlekirina avayê meqamat û t’eþkîletê dîwanîye bine’mrê p’arastina dîwanî, lê isa jî ewlekirina bêqezîabûna obyêktê bi me’na hereferz, hevr’êtîkirina kesê  qölixçîye derecebilind, lê isa jî hevr’êtîkirina wek’îlê þandê ecnebîye bi r’izma dîwanî têr’adîtî, ewlekirina bêqezîabûna barê mexsûs û wekî din”,- Fîdanyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button