All NewsTop

Nîkol Paşînyan xalên girîng ên belgeya 9’ê çirîa paşin eşkere kirîe

Li gorî wî ew kaxez ji aliyê hinek alîan va weke kapîtûlasyon hatiye qîmetkirinê.

Niha jî heman hêz berevaniya daxuyaniya 9’ê çirîa paşin dikin û dibêjin ku destkeftiyên di wê belgeyê de nayên windakirin. Û yên ku di 9ê çirîa paşin 2020an de me bi îmzekirina kapitulasyonê tawanbar kirin, niha jî dibêjin ku ez ê di demek nêz de kapitulasyonê îmze bikim.

Paşînyan destnîşan kir ku belgeya 9’ê çirîa paşin e. “Hebûna Qerebaxê, hebûna xeta têkiliyê ya Qerebaxê, bicihkirina Hêzên Aştiyê, hebûna Korîdora Laçînê ya bi Ermenîstanê re wekî navgîneke ragihandinê, rojeva rakirina dorpêçê, mafên penaberan li wir hatine tomarkirin.”

Paşînyan destnîşan kir ku wezîfeya wan di heyama berê de avakirina demokrasiyê li Ermenîstanê bû û di dema pêş de jî divê wezîfeya wan aştiya li derdora Ermenîstanê be. “Û ev ne karekî hêsan e, nemaze di şert û mercên ku nîzama cîhanê li ber çavên me têk diçe.”

Wî got ku ji bo pêkanîna aştiyê, pêwîst e hemû xalên daxuyaniya sê alî ya 9ê çirîa paşin 2020an, hemû xalên daxuyaniya 11ê kanûna paşin 2021ê bên cîbicîkirin û di dawiyê de pirsgirêka Qerebaxê bigihin qonaxeke diyarkirî.

Li gorî wî xala 9’an a daxuyaniya sê alî li ser rakirina blokan e. Ev tê wê wateyê ku divê hemû peywendiyên li herêmê bên vekirin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button