PoliticsTop

RPEK biryar da, ku komeke ku çavdêriya pêşîn an mîsyonek lêkolînê dike, bişîne

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan daxuyand, ku RPEK li ser serlêdana Ermenîstanê biryar da, ku komeke ku çavdêriya pêşîn an mîsyonek lêkolînê dike, bişîne.

Li gorî wî: “Ew rayedar hatin, li gorî qeydên xwe raporek amade kirin, pêşkêşî hemû welatên endam kirin. Sekreteriyê li ser vê yekê pêşnûmeya biryarê belav kir. Bi nîqaşên devkî me hewl da ku em fêm bikin ka kengî civîna Konseya RPEK ê pêk bê, ku serokên welatan jî dikarin li ser mîsyona şandeya nû ya çavdêriyê nîqaş bikin. Em di vê qonaxê de ne, biryar nîne, nîqaş hene. Civîna lijneyê gotî pêk bê.

Li vir nirxandina siyasî ya rewşê ku wê ji aliyê dewletên hevalbendên me ve were pêşkêşkirin, ji bo me pir girîng e. Berî her tiştî divê em fêhm bikin ka rêxistin çiqasî rewşa ku heye nas dike. Û ev jî êrîşeke li dijî Ermenîstanê û dagirkirina axa Ermenîstanê ya serwer e.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button