TopWorld

Li hemberî hêzên Asayîşa Êzdîxanê êrîş pêkhat

Duh, li derdora saet 20:30’an de li ser rêya sereke ya Şengalê wesayîtek bombebarkirî bi hêzên asayîşa Êzdîxanê ve teqiya. Li gor agahiyan wesayit ji saetên nîvro de li nava Şengalê di geriya, lê jiber ku hêzên ewlekariya Iraqê bi erka xwe ranebûn, hêzên Asayîşa Êzdîxanê ji bo parastina jiyanê welatiyan ketin nava liv û tevgerê. Hêzên Asayîşa Êzidxanê li dû wesayîtê ketin. Dema hêzên Asayîşê nêzî wesayîtê dibin bi wan de tê teqandin.

Di encama Teqînê de 2 jê endamên Asayîşa Êzidxanê û 2 welatiyên ku nêzî cihê bûyerê bûn birîndar bûn.

Hat zanîn du ji birîndaran rakirine Nexweşxaneya Musilê, 2 birîndar jî rakirine Nexweşxaneya Şengalê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button