All NewsTop

Kuştina dîlen Ermenî guneyekî şer e. Human Rights Watch

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku bê sûj kuştina eskerên  Ermenî ji aliyê hêzên Azerbaycanê ve guneyekî şer e û divê berpirsên wê bên dadgehkirin.

Human Rights Watch vîdyoya ku di destpêka çirîa pêşin de li ser mêdîaê hat weşandin, ku tê de kuştina herî kêm heft girtiyên ermenî yên şer nîşan dide, analîz kirîe.

Kuştina leşkerên dîl wedê şerda gunekî bi xofî ye, Hyû Ûîlîams, rêvebirê Ewropa û Asyaya Navîn li Human Rights Watch, gotîe.

“Hkûmeta Azerbaycanê dest bi lêkolînê kirine, ku ji gunekar ên şabdarti gere bên kirinê, divê lazime garantiyek sereke be ku  îdî dehêle gunekî isa  îdî nebe”.  – Hyû Ûîlîams gotîe

“Qanûna mirovahî ya navneteweyî an qanûnên şer ji aliyên şerekî çekdarî yê navneteweyî re daxwaz dike ku di her şert û mercî de bi girtiyên şer re bi awayekî mirovî tevbigerin. Peymana Sêyemîn a Cenevreyê muameleya girtiyên şer bi rê ve dibe, ku ji dema girtinê ve dikeve meriyetê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button