PoliticsTopWorld

Kîjan mîlyarderên rûsî dev ji hemwelatiya Rûsyayê berdane?

Milyarderê rûs Yurî Mîlner dev ji hemwelatiya Rûsyayê berda. Wî li ser Twitterê ragihand, ku wî di sala 2014an de ji Rûsyayê derketibu û vê havînê wî û malbata wî proseya terka hemwelatîbûna Rûsyayê temam kirin.

Serokê şirketa “DST Global” Mîlner, bi serweta 7,3 milyar dolarî di nav milyarderên Rûs de cihê 15 digire. Wî sermayeya xwe bi veberhênana di sektora teknolojiya bilind de bi dest xist.

Mîlner sêyemîn milyarderê rûsî ye, ku dev ji hemwelatiya Rûsyayê berdaye. Berî niha damezrînerê şirketa veberhênanê ya “Freedom Finance” Tîmûr Turlov (2,4 milyar dolar) û karsazê Ermenî Ruben Vardanyan (1 milyar dolar) pasaportên xwe yên rûsî red kiribûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button