PoliticsTop

Pir mimkûn e ku Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf biryara derketina Ermenîstanê bide: Alan Sîmonyan

Serokê Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê Alen Sîmonyan wê serdana xwe ya Rûsyayê de li ser mijarên têkildarî RPEK gotûbêj bike. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Sîmonyan li Meclisa Neteweyî, brîfîngekê de rojnamevanan re got.

Sîmonyan bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Ermenîstanê, ya ku dibêje 100 milyon dolar hatiye dayîn, lê sozên dabînkirina Ermenîstanê re pêk nayên, di serî de ji alyê welatên hevpeyman û li ser pirsa rojnamevan, ku gelo ev behsa Rûsyayê ye? Sîmonyan got, ku ew nikare bêje ku gotinên serokwezîr behsa Rûsyayê dike, ew xwediyê înformatyonên wiha nîne. “Ez difikirim ku heke tiştek wusa hebe, dibe ku ji ber tiştê ku li Ukraynayê diqewime girêdayî be.”

Serokê Meclisa Neteweyî teqez kir, ku di serdana xwe ya bê, ya Rûsyayê da ew ê mijarên girêdayî RPEK, mijarên girêdayî peymana alîkariya hevpar a Ermenîstan û Rûsyayê gotûbêj bikin.

“Ermenîstanê serî lê da û heta îro ger ez ne şaş bim bersiva me tuneye. “Na”ya me jî tune ye”, got Sîmonyan.

Sîmonyan li ser pirsa gelo dema derketina ji RPEK e yan na, wiha bersivand: “Gelek mumkin e ku RPEK biryara vekişîna ji Ermenîstanê bide, ji ber ku ger ew avahî bersiveke rast nede, ez li ser wê nêrîna xwe dimînim ku divê em demek dirêj bifikirin û fam bikin. Lê di heman demê de, ev ne lîstikek e, ku em zû bi zû hin tevgerên hişk bikin, bêyî ku em fam bikin ka em ê paşê çi bikin . Lê, rastiya ku pirsgirêkek heye, bê guman, ez ê li ser biaxivim, “wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button