
Serokê Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê Alen Sîmonyan ji Serokê Dûmaya Dewletê ya Meclîsa Federal a Federasyona Rûsyayê Vyaçeslav Volodîn vexwendineke fermî stand, ku tê gotin:
“Ji bo pêşxistina hevkariya di navbera Dûmaya Dewletê ya Federasyona Rûsyayê û Meclîsa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê de, ez we bi serdaneke fermî vedixwînim Federasyona Rûsyayê.”
Heyeta di bin serokatiya Serokê Meclisa Neteweyî ya Komara Ermenîstanê wê 9ê Çirîa pêşinê da here paytexta Federasyona Rûsyayê.
Serdaneke sê rojan tê plankirin.