
Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê Nîkos Dendîas wê 27’ê Îlonê de bi serdaneke xebatê were Ermenîstanê. Di heman rojê de civîna Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Yewnanîstanê wê li Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê pêk were.
Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî wê di çarçoveya serdanê de pêşwaziya Wezîrê Derve yê Yewnanîstanê bike.