PoliticsTop

Ji şerê 44 rojî yê Artsaxê 2 sal derbas bûn

Ji sibeha zû ya 27ê Îlona 2020an, Azerbaycanê êrîşek mezin û plankirî ya nedîtî li ser Komara Artsaxê dest pê kir.

Operasyonên şer li ser dirêjahiya xetan avbera Artsax û Azerbaycanê û herwiha li hin deverên xeta navbera Ermenîstan û Azerbaycanê pêk hatin.

Li Ermenîstan û Artsaxê rewşa leşkerî û seferberiya giştî hat ragihandin.

Piştî 44 rojan, di 10ê Mijdara 2020an de, bi navbeynkariya rasterast a Federasyona Rûsyayê peymana aştiyê hat îmzekirin û li gorî wê peymanê piraniya axa Komara Artsaxê ket bin kontrola Azerbaycanê: hemû herêmên li derveyî xaka Herêma Xweser a Berê ya Qerebaxê, ji bilî Korîdora Laçînê, bajarê Şûşê, piraniya navçeya Hedrûdê, Askeran û hin gundên navçeya Martekertê. Lê sînorên Artsaxê jî aliyê hêzên aştiyê yên rûsî ve têne parastin.

Di encama şerê 44 rojan de 3825 kes mirin.

Azerbaycanê hemû cebilxaneya xwe di şer de bikar anî: rone, teknolojiya herî dawî, topên giran, şerê agahdarkirinê. Şer bi navê nifşê 5mîn hate binavkirin û ji aliyê tundiya operasiyonên leşkerî û berferehiya bikaranîna kelûpelan ve, bi şerê Iraqê yê sala 2003 (di navbera Amerîka û Iraqê de) hate berhevkirin.

Tirkiyê piştgiriya leşkerî ya vekirî da Azerbaycanê. Terorîstên kirêt ên ji Sûriyeyê jî tevlî şerê li dijî cihalên Ermenî bûn.

Gelek welat û rêxistinên navneteweyî bi tundî pevçûn şermezar kirin û bang li aliyan kirin ku demildest agir rawestînin û danûstandinên avaker ji nû ve bidin destpêkirin.

Azerbaycan piştî 2 salan jî siyaseta xwe ya êrîşkar didomîne û hewlên ji bo îstiqrar û aştiyê li herêmê têk dide. 2 hefte berê 13ê Îlonê nîvê şeva Azerbaycanê li ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê dest bi operasyonên leşkerî yên tund kiribû. Êvara 14ê Îlonê bi saya beşdariya civaka navdewletî rêkeftina agirbestê pêk hat.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button