PoliticsTop

Demokrasî û serwerya Ermenîstanê serekî ye:
Pêlosî

Çima Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ceza nade Îlham Aliyev ji ber ku sivîlên Ermenîstan û Artsaxê bi sûcên şer dikuje? Gelo dibe ku Azerbaycan jî bikeve bin cezan?

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nênsî Pêlosî, ku bi serdaneke fermî hate Ermenistanê, duh piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Meclisa Neteweyî bersiva vê pirsê da û got.

“Ev pêşveçûnên dawî nû ne, û pirsên ser helwesta hember gelê Qarabaxê, helwesta hember peykerên dîrokî navenda bala me de ne. Serokomarê welatê me piştgirî da qebûlkirina biryara qirkirinê, Ermenîstanê vexwend ku beşdarî Civîna Bilind a Demokrasiyê bibe û em ê di van mijaran de rêwîtiya xwe ya dûr û dirêj bidomînin.”

Serokê Parlamentê Pêlosî, ser pirsa gelo Amerîka li bendê ye ku Ermenîstan ji Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf (RPEK) derkeve yan na, got ku “Pêwendiyên bi saziyên din re li ser biryara Ermenîstanê ne.”

“Pêwendiyên bi saziyên din re li ser biryara Ermenîstanê ne. Lê bi dîtina me ewlekarî û serweriya axa Ermenîstanê, demokrasiya Ermenîstanê, ji bo me li Amerîkayê de nirxek e. Peywendiyên xwe yên bi welatên din re, divê em bandora xwe, hêza xwe bi kar bînin û nîşan bidin ku demokrasî û serweriya Ermenîstanê serekî ye:” got Pêlosî.

Endamê Kongresê Frank Pallon got, “Em têdigihin ku Ermenîstan beşeke peymana ewlehiyê ya bi Rûsyayê re ye (RPEK) û em tiştekî derbarê wê de pêşniyar nakin.”

“Tişta ku em dibêjin ew e, ku Amerîka ji ewlekariya Ermenîstanê pir bi fikar e. Em dixwazin her tiştî bikin da ku zêdetir piştgirî bidin ewlehiya Ermenîstanê. Em ê bixebitin bibînin, ku Amerîka çi dikare bike ji bo ewlekariya Ermenîstanê, bêyî ku behsa Rûsyayê bike:” wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button