PoliticsTop

K’atvêWAY-yî dîwanî t’emî daye E’lîêv e’melê e’skerîyê r’awestînin

Ÿnt’onî Blînkênê k’atvê WAY-yî dîwanî t’emî daye Îlham E’lîêvê sedrê Adrbêcanê e’melê e’skerîyêye miqabilî Ermenîstanê gemberdayî r’awestînin.

Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda Nêd P’raysê zarbêjê k’ativtîya WAY-ye dîwanîyî çapgerîyê e’lamkirîye.

          Ewî e’lamkirîye, wekî Blînkênê k’atvê dîwanî t’ev E’lîêvê sedrê Adrbêcanê qisekirîye- bi e’lamkirina h’eyecanbûna k’ûr derheqa e’melê e’skerîyêye ser sînorê ermenî-adrbêcanî, nav wê hejmarê- t’opbarankirina t’opraxa Ermenîstanêda.

          “K’atvê dîwanî t’emî daye E’lîêv e’melê e’skerîyê r’awestînin û binxetkirîye, wekî Wîlayet’ê Yekbûyî dice’dîne e’melê e’skerîyê bêe’glekirin r’awestînin û konflîkta navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda e’dilî serr’astve”,- e’lamnivîsara zarbêje belakirîda hatîye gotinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button