
Serokwezîr Nikol Paşînyan bi Serokomarê Fransayê Emmanuêl Makron re bi telefonê xeverda
Serokwezîrê Ermenistanê got ku Azerbaycanê ji nîvê şevê ve li ser xaka serweriya Ermenîstanê li aliyên cuda yên sînor dest bi operasyonên leşkerî yên provokatîf û êrîşkar kiriye.
Nîkol Paşînyan der barê rewşa heyî de dilgiraniya xwe anî ziman u tekez kir li ser giringiya bersiveke guncaw, ji aliyê civaka navdewletî ve.
Serokomar Makron diyar kir, ku zêdekirina rageşiyê nayê qebûlkirin û tekezî li ser pêwîstiya aramkirina rewşê kir.