PoliticsTop

Kuştî û birîndar hene: Wezareta Parastinê Komara Ermenîstanê

Roja 13ê Îlonê saet 00:05ê yekîneyên artêşa Azerbaycanê bi top, hawan û balafirên bêmirov bi yekcarî çeperên Ermenîyan ên li çend deverên sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê bi tundî gulebaran kirin. Bi taybetî çeperên li ser rêya Sotk, Vardenîs, Gorîs, Kapan, Artaniş û Îşxanasar hatin topbarankirin. Her wiha êrîşî binesaziyên sivîlan jî tê kirin.

Yekîneyên Hêzên Çekdar ên Komara Ermenîstanê erkên şer ên ku li pêşiya wan hatine danîn bi temamî bi cih tînin.

Îdîayên Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ya ku dibêje, topbaran ji aliyê Ermenîstanê ve hatiye destpêkirin bi temamî derew in. Her wiha serkirdayetiya leşkerî-siyasî ya Azerbaycanê di van rojên dawî de ji bo vê provokasyonê bingeheke eşkere ya agahdarkirinê amade dikir, ku bi dezenformasyonên rojane yên ku bi îdiaya li ser topbarankirina aliyê Ermenîstanê dihatin weşandin, nîşan dide. Weke hemû wan bûyeran, di bûyera provakasyona mezin a dawî de jî ji aliyê hêzên çekdar ên Azerbaycanê ve hat destpêkirin.

Ji aliyê Ermenîyan ve kuştî û birîndar hene. Daneyên têne piştrast kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button