SocietyTop

Îsal zêdetirî 2000 Rûs li Ermenîstanê statûya rûniştinê standin

Bi gotina berpirsê dezgeha koçê, proseya standina mafê rûniştinê li Ermenîstanê ne tenê ne rawestiyaye, lê hê gelek çalak bûye.

Di sala 2022an de zêdetirî 2000 hemwelatiyên Rûs ên, ku koçî Ermenîstanê kirine, bi rêya platforma workpermit.am karta rûniştinê standine, ev tê wê maneyê, ku mafê wan heye ku li Ermenîstanê bijîn û li gorî peymana kar a pejirandî kar bikin. Serokê Daîreya Koçê Armên Xazaryan di axaftina xwe ya bi Sputnik Armenia re ev tişt got.

“Welatiyên ku endamên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ne û li Ermenîstanê plaqeya karûbarê giştî digirin û bi kardêrê xwe re girêbesta kar îmze dikin, li gorî wê peymanê mafê jiyanê li Ermenîstanê distînin.

Ev mafê rûniştinê carinan hewce dike ku were pejirandin, ji ber ku hemwelatiyên welatên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê li Ermenîstanê bi saziyên dewletê, saziyên taybetî, bank û avahiyên din re dikevin nawa têkiliyên qanûnî. Ji ber vê sedemê, ji 1ê Çileya Paşîn a 2022an pê ve platforma workpermit.am hat vekirin, bi rêya wê hemwelatiyên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê sertîfîkayek ku qanûnîbûna rûniştinê distînin û hemwelatiyên welatên ne endamê Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê li ser kar statuya rûniştinê distînin:” got Xazaryan

Sîstema dîjîtal e. Hemwelatiyên endamên Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê tenê hewce ne ku daneyên pêwîst binivîsin, peymana karûbarê xwe danin û qerta rûniştinê bistînin.

Herwiha li gorî berpirsê Dezgeha Koçberiyê, pêvajo ne tenê nesekiniye, lê niha jî bi awayekî aktîf de ne.

“Hikîna mirovan pir mezin e. Di mehên dawî de çalakî zêde bûne. Hejmara serlêdanan mezin e, hejmara têlefonan pir e, carinan digihîje wê astê ku em nikarin xizmetê bikin. Lê em niha kapasîteya xwe zêde dikin ku karibin rewşê bi rê ve bibin:” got Xazaryan.

Li gor statîstîkên fermî di nîvê yekem a sala 2022an de 372 086 hemwelatiyên Rûsyayê derbasî Komara Ermenîstanê bûne, ji wan 331 306 welatî derketine, 40 780 jî demeke dirêj li Ermenîstanê mane.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button