PoliticsTop

Nîkol Paşînyan wê li Samarqandê beşdarî lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê bibe

Serokwezîrê Komera Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê 15-16ê Îlonê de li bajarê Samarqand a Ozbekistanê, wek mêvan beşdarî lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) bibe. “Armenpress” ser vê yekê ji rûpela Facebookê ya Şêrzod Esedov, sekreterê rojnamevanî yê serokomarê Ozbekistanê agahî da.

Wî nivîsî ku serokên 15 dewletan wê di 15-16ê Îlonê de li Samarqandê beşdarî lûtkeya Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) bibin.

“Hefteya bê, Samarqandê wê mêvantya civîna Konseya Serokên Dewletên Endam ên Rêxistina Hevkariya Şanghayê bike. Ew bûyer dê bibe yekem civîna rûbirû ya serokên SCO ji sala 2019 û bidawîbûna serokatiya Ozbekistanê di rêxistinê de”: got Esedov.

Ji bilî Serokê Ozbekistanê Şevkat Mîrzoev, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokê Çînê Şî Cînpîng, Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî, Serokomarê Kazakistanê Kassim-Jomart Tokayev, Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, Serokê Qirqîzîstanê Sadir Japarov û Serokê Tacîkistanê Êmomalî Rahmon wê beşdarî civîna SCO bibin.

Serokomarê Belarûsê Alêksander Lûkaşenko, Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî, Serokomarê Mongolya Uhnaagîyn Xurêlsux wek çavdêr wê beşdarî lûtkeyê bibin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Serokomarê Tirkmenistanê Serdar Berdîmuhamedov wek mêvan wê beşdarî Lûtkeya SCO bibin

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button