CultureTop

Merasîma bidawîkirina festîvala “Starmus” pêk hat

5-10ê Îlona 2022an de Ermenîstanê festîvala navneteweyî ya “Starmus” hat derbaskirin û çarçoveya vê festîvalê de hem ders û konser, û hem jî kampên zanistî hatin derbaskirin.

Nêzîkî pêncî zanyar, endezyar, kozmonat, stêrkên cîhanê yên muzîk û hunerê, di nav de xwediyên xelata Nobelê, zanyarên navdar ên cîhanê, nûnerên navdar ên sektora teknolojiyê hatne Ermenîstanê. Armanc ew bû ku zanistê bigihîne gelek kesan, nemaze di nav xwendekar û ciwanan de.

10ê îlonê de, merasîma bidawîkirina Festîvala 6 e, ye Zanist û Hunerê ya Navneteweyî li Êrîvanê, Kompleksa Konserê u Sporê ya ser navê Karen Demirçyan de pêk hat, ku serokê Komara Ermenîstanê Vahagn Xaçaturyan axaftinek kir. Di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku zanist û huner ji nêz ve bi hev ve girêdayî ne û hevgirtina wan ne tenê nabin sedema nakokiyan, di heman demê de dibe pêwîstî û afirînerî.

Serokê Ofîsa Serokwezîrê Ermenîstanê Arayîk Harutyunyan jî axaftinek kir. Araîk Harutyunyan bi xêrhatina beşdaran kir û destnîşan kir ku wî bi Starmusê re encamên cidî dest xistiye. “Dema bûyeran de me dît ku li Komara Ermenîstanê daxwazeke mezin ji bo van deveran heye. Me diyar kir ku piraniya an jî hemû pirsgirêkên me bi kalîteya perwerdehiyê ve girêdayî ne û em girîngiyê didin vê yekê.

Festîval bi promiyera fîlmê “Alêxêy Lêonov :The Universe Inside” bi dawî bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button