All NewsTop

Bersiva tund a Rêxistina Ewlekarî û Hevkarîya Ewropayê ji Azerbaycanê ra

Nûnertiya Daîmî ya Fransa ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê li Ewropayê li ser rûpela xwe ya Twitterê daxuyaniyek da û bersiva daxuyaniyên Bakûyê yên derbarê hebûna Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê li Ewropayê dide.

Di postê de dibêje- “Hûn dizanin ku 1997’an 1’ê kanûna paşin da  Fransa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsyay bi hevra hevserokatiya Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê dike?” Kom forumek e ji bo danûstandinên li ser çareseriyeke aştiyane ya kêşeya Qerebaxê peyda dike da ku di dawiyê de aramî ava bike li Kafkasya Başûrê”.

Pêştir Wezareta Derve ya Azerbaycanê, bersiva Wezîrê Derve yê Amerîkayê Êntony Blînkên da, ku dîplomat Fîlîp Rîkêr wek şêwirmendê payebilind ê danûstandinên li Kafkasyayê û hevserokê Koma Mînskê ya Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê destnîşan kir, ew biryar rexne kiribû.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiva daxuyaniya Bakûyê da. Cîgirê Berdevkê Ofîsa Karûbarên Giştî ya Wezareta Derve Vêdant Pantêl ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Êntony Blînkên, ji bo tekezî li ser pabendbûna Amerîka ya ji bo pêkanîna aştiyê li Kafkasya Başûr, Fîlîp Rîkêr  wek şêwirmendê payebilind yê danûstandinên li Kafkasyayê destnîşan kiriye.

Îro ji Bakûyê jî li dijî Amerîka û Fransayê gilî hatin kirin. Balyozê Amerîka û Fransa li Azerbaycanê vexwendina serdana Şûşê red kir. Şêwirmendê Îlham Alîêv Hacîêv li ser wê bûyerê gotîe. “Îro balyozên Amerîka û Fransa guh neda vexwendina hikûmeta Azerbaycanê”

Hacîêv dîsa gazind kir ku Fransa û Amerîka wek hevserokên Grûba Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî li Ewropayê ya Mînskê “Takkarî nedane çareserkirina kêşeyan”.

 “Wan 30 sal ji dema me winda kirin. Bi beşdarnebûna vê gerê careke din nerazîbûn nîşan dan.” – Hacîêv gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button