
Di 15-21ê Tebaxê de li Ermenîstanê 1913 haletên nû yên vîrusa koronayê hatin dîtin.
Li Ermenîstanê di encama 3 milyon û 178 hezar û 333 testên ku heta niha hatine kirin de 432 hezar û 274 haletên vîrusa koronayê hatin tesbîtkirin, 419 hezar û 528 kes baş bûn, 8 hezar û 648 kes jî mirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Ermenîstanê, di hefteya dawî de li welêt 5 kes ji ber vîrûsa koronayê mirin.