SocietyTop

Sala 2022 de balansa erênî ya herikîna rêwiyan 6848 e

Balafirgeha “Zvartnots” di nîvê yekem a sala 2022’an de herikîna rêwiyan 1 323 811 kes bû (665 940 hatin, 657 871 çûn).

Heman heyamê de herikîna rêwiyan balafirgeha Şîrak de 32 557 kes bû (15 668 kes hatin, 16 889 kes çûn).

Hejmara giştî ya hatinên nîvê îsal de 681 608 kes bûye, yên çûne jî 674 760 kes bûne. Vî awayî di 6 mehên sala 2022an de welatiyên, ku bi rêya hewayî hatine Ermenîstanê, ji yên ku çûne 6848 zêdetir bûne.

Balansa erênî ya vê nîşanê, bi taybetî di vê heyamê de, ji bo Ermenîstanê ne tîpîk e. Lê belê, ev yek pir tê fêmkirin, ji ber ku herikînek cidî heye, ku ji ber herikîna ji Rûsyayê ber bi Ermenistanê ve encama şerê Ukraynayê de ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button