Wezîrê Parastinê yê Ermenîstanê Suren Papikyan di çarçoveya serdana xwe ya xebatê ya Federasyona Rûsyayê de, di 15ê Tebaxê de serdana pêşangeha leşkerî-pîşesaziya leşkerî “Artêş-2022” kir, bi nimûneyên herî nû yên çekan re nas kir û bi serokên çend şirketan. Ev yek ji Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê ji “Armenpress” re ragihand.
Wezîrê Parastinê her wiha serdana kampa perwerdeyê ya “Alabîno” kir û li wir bi tîma biatlonê ya tankên Ermenistanê re axivîe.
Sûrên Papîkyan di çarçoveya pêşbirka “Mala Dostaniyê” de jî serdana paviyona Ermeniyan a ku hatiye vekirin kir û bi pêşangehên pêşkêşkirî re nas bûe.