TopWorld

Zaroka 6 salî ya Êzidî bi bavê xwe re li Dihokê hatin kuştin

Di 4’ê Tebaxa 2022an koçberek Êzidî yê bi navê Farûq Mîrza Xelef ê 42 salî û keça wî ya 6 salî ya bi navê Axîn li gundê Hesen Reşo ya ser bi navçeya Zaxoyê ve winda bibûn.

Di 8’ê Tebaxê de cenazeyê Farûq Mîrza li taxa Bêdarê ya Zaxoyê hatibû dîtin, lê çarenûsa keça wê ya 6 salî nehatibû zanîn. Rêveberiya Polîsan ya Dihokê ragihand k tîmên wan duh cenazeyê Axîn Farûq ya 6 salî jî dîtine.

Piştî her du cenaze hatin dîtin, Rêveberiya Polîsan ya Dihokê bi daxuyaniyekê ragihand ku wana piştî agahiyan, kujerê Faruq Mîrza û keça wê li taxa Serhildan ya navenda Dihokê girtine. Rêveberiyê da zanîn ku kujer sucê xwe îtirifaz kiriye.

Li gor agahiyan, Farûq Mîrza koçberek Êzidî ye, piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an bi malbata xwe re li wargeha Çemişko ya Zaxoyê bicih bibû.

Rêvebirê polîs Zaho Nizar Sleman ragihand ku kesê girtî xwediyê dosyeya tawanan e û tê guman kirin ku winda bûne de du keçên din ên ciwan di sala 2020an de , grêdayîe .

Sûcên çekan li Kurdistanê berbelav in, ku di nav bazara reş de çek û sîlehan jî tê de tên kirîn.

Li gor texmînan ji sedî 70ê xelkê Kurdistanê xwedî çek in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button