PoliticsTop

Ji bo Artsaxê her statuyek di nava Azerbaycanê de nayê qebûlkirin: Davît Babayan bersiva Alîyev da

Wezîrê Karên Derve yê Artsaxê Davît Babayan bersiva daxuyaniya Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev a derbarê Ermeniyên li Qerebaxê dijîn da. Îlham Alîyev di 12’ê Tebaxê de ragihandibû ku “Ermeniyên li Qerebaxê dijîn wê nebin xwedî statu, ne serxwebûn û ne jî îmtiyazên taybet”.

“Baş e, li vir çi dikare were gotin?” Ti wateya ketina nav hûrguliyan nîne. Bihêle ez tenê ya jêrîn bibêjim. Belê, berî her tiştî ez dixwazim spasiya Alîyev bikim ku rast xeverdide. Bi rastî, ne Azerbaycan û ne jî serkirdayetiya wê planên xwe yên ji bo Artsaxê veneşartine. Ya duduyan, bi rastî jî di pêkhateya Azerbaycanê de ti tiştek Qerebax namîne, ji ber ku Qerebax bi xwe nabe. Ji bilî vê, ji bo Artsaxê her statuyek di nava Azerbaycanê de nayê qebûlkirin:” li gorî nûçeya Armenpressê, Babayan li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser daxuyaniya Alîyev nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button