TopWorld

Heta niha çarenivîsa 2 717 Êzidiyan nediyare

Nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand ku heta niha çareanvîsa 2 717 Êzidiyan nediyare û îdia kir ku 6 415 Êzidî ji rizgar kirine.

Nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di 8’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî de daxuyanî da û diyar kir ku ji berî êrişên 2014’an 550 hezar Êzidî li Herêma Kurdistanê jiyan dikirin, niha zêdetirî 135 760 koçberên Êzidî li wargehan dibînin, zêdetirî 5 hezar Êzidî bûne qurbanî û heta niha 83 gorên komî hatine dîtin û got ku 68 cihên olî yên Êzidiyan hatine wêrankirin.

Zêbarî destnîşan kir ku heta niha zêdetirî 100 hezar Êzidî koçî derveyî welat bûne.

Zêbarî sedama nevegerîna Êzidiyên di wargehan de dijîn berevajî kir û îdia kir ku ji ber ‘rewşa nearam’ na vegerîn. Lê heta niha Xwerêveberiya Şengalê gelek caran banga vegerê li Êzidiyan kiriye û ragihandiye ku PDK rê nade Êzidî li wargehan de vegerîn Şengalê û ji bo mijarên siyasî bi kar tîne.

Nûnerê Ofîsa Bersivdayîna Raporên Navneteweyî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî têkildarî li cîhanê naskirina komkujiya Êzidiyan jî got: “Li ser sûcên DAIŞ’ê û arşivkirinê çend lijne hatine avakirin. Ji bo ku bidin dadgeha Lahayî ya navneteweyî. 2 sal in hewl didin komkujiya Êzidiya li cîhanê bidin naskirine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button