AnalyticsTop

      Meremê h’îmlî- Ermenîstanêda deranîna dorger’a heve: wezîrê DTB

         

R’obêrt Xaçatryanê wezîrê DTB, nav qisa t’ev “Azayê” bi paþdaveger’andina ser pirsa derheqa e’frandina deranîna dorger’a, gotîye: “Meremê h’îmlî- Ermdnîstanêda deranîna dorger’a heve, em planê isaye ambîsîoz datînin û em gere qesta wê yekê bivkin. K’a vê sirêda emê çiqasî bikarvin, k’îjan p’arê emê bikarvin vira bikin- niha xevata qîmetkirinê tê kirinê, t’ev hevaltîyê baþqe-baþqe em hevr’axeverdana derbazdikin, em divînin- çi jêhatin Ermenîstanêda heye, wekî em bikarvin r’ast bidine xevatê”,- wezîr daye k’ivþê- bi berdewamkirina: “Çimkî r’astîyê zemanê Yektîya Sovêtîyê jêhatina isa Ermenîstanêda hebûye, û ew jêhatin, dikarin bêjin, cöda gotî hatye xweykirinê- bi h’esavê çawa kadra- heye, vira fikrê meye baþ hene, p’êþezanê me hene, zanebûnê k’îjana dikarin ze’f baþ bidne xevatê”.

          Bi t’ehwîlkirina wezîr- nav þöxölê Ermenîstanêda deranîna dorger’a vê demê çawa hevalk’ara h’îmlî t’ev “Sat’lant’îs”-a îspanî hevr’axeverdana derbazdikin.

          Em bînne bîr, wekî bi hevk’arîya t’ev vê hevaltîyê h’ökömeta Ermenîstanê meha îsaline gölanê dorger’a “ArmSat’-1” berda li e’rþê e’zmîn.

          Cedvelêda isa jî t’eref P’adþatîya Yekbûyî, Îspanîyayê, Wîlayet’ê Yekbûyî, Argêntînayê, Marokkoyê û welatê dinda hatne binxetkirinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button