PoliticsTop

Têkiliyên dostane yên Ermenistan û Fransayê piralî ne: Balyoza Fransayê

Têkiliyên dostane yên Ermenistan û Fransayê gelek kûr in û hevkarî piralî ye. Balyoza Fransayê Ann Luyo di axaftina xwe ya bi “Radiolurê” re ev tişt got.

Balyoz tekez kir ku di navbera her du welatan de di warê hevkariyên siyasî de diyalogeke bilind heye. Jixwe di navbera her du hikûmetan de gelek danûstandin û serdan hene.

Wî destnîşan kir ku di warê çandê de jî danûstendinên pir dewlemend hene. Li Ermenîstanê toreke Fransî ya sazûmanî ya dewlemend heye: Zanîngeha Fransî, Weqfa Perwerdehiyê ya Anatole Frans, Alliance Frans.

“Di van demên dawîn de me bernameya pir girîng a bi navê “Ermenistan: perwerdehiya mîrasê, parastin û teqdîrkirin” da destpêkirin, ku di nav de kursên perwerdeyê, restorasyon û ji nû ve avakirinê û her wiha beşên muzeolojîk ên Muzeya Erebûnî jî hene. Pêşangeha Ûrartûyan a li Louvreyê jî beşeke vê bernameyê ye.

Di warê perwerdeyê de, em bi hikûmeta Ermenîstanê re li ser nexşerêyek ji bo xurtkirin û pêşvebirina frankofoniyê dixebitin. Em bi saziyên çandî yên Ermenîstanê re jî hevkariyê pêş dixin, wek mînaka hevkariyê bi festîvala fîlman a “Golden Apricot” re, ku me îsal piştgirî da,” balyoz Ann Luyo got.

Ji bo têkiliyên aborî, Ann Luyo destnîşan kir, ku di meha Kanûnê de di navbera Serokwezîr Limuan û Wezîrê Karên Derve Mîrzoyan de “nexşeya rê” hat îmzekirin, da ku dînamîkên nû bide têkiliyên aborî, yên ku di asta têkiliyên me yên siyasî de nîne.

“Di meha Adarê de li Parîsê bi beşdariya Serokomar Makron û Serokwezîr Paşînyan forûmeke mezin hat derbaskirin û di vê çarçoveyê de fersendên berfireh ji têkiliyan re vekirin û hewl didin di warên curbecur de planên din rast bikin: ragihandin, enerjiya domdar, tûrîzm û yen din.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button