PoliticsTop

Mîrzoyan bal kişand ser girîngiya vegerandina girtiyên şer

Di 16ê Tîrmehê de li Tbîlîsê bi mêvandariya Wezîrê Derve yê Gurcistanê Îlya Darçîaşvîlî , Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jeyihun Bayramov civiyan.

Di hevdîtinê de Ararat Mîrzoyan û Jeyihun Bayramov gelek mijarên girêdayî sererastkirina peywendiyên Ermenîstan û Azerbaycanê gotûbêj kirin. Aliyan li ser pirosesa cîbicîkirina erkên ku berê hatibûn bidest xistin gotûbêj kirin û gavên paşerojê yên mumkun nîqaş bikin.

Wezîr Mîrzoyan nêrîna aliyên ermenî dûpat kir, ku çareseriya siyasî ya kêşeya Qerebaxê li ser riya bi destxistina aştiyeke bi îstiqrar û mayînde li herêmê girîng e u di vê çarçoveyê de bal kişand ser girîngiya bikaranîna sazî û ezmûna hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE.

Wezîrê karên derve yê Komara Ermenistanê bal kişand ser giringiya çareserkirina pirsgirêkên mirovî û ji wan jî azadkirin û vegerandina girtiyên ermenî û zelalkirina çarenivîsa kesên winda. Daxwaza aliyan a berdewamkirina pêwendiyan hat tomarkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button