All NewsTop

Tê plankirin ku Parastina Neteweyî bê avakirin

Arîkarê şefê polîsê Ermenîstanê Ara Fîdanyan di rûniştinên meclîsê yên derbarê avakirina Wezareta Karên Navxweyî de diyar kir ku ji nû ve organîzekirina hêzên polîs ji bo polîsan wek pêşengî tê dîtin.

Li gor wî. “Bi reformên ku hatine destpêkirin, tê plankirin ku li ser bingeha hêzên polîs û dezgeha sereke ya parastina dewletê, wekî yekîneya bingehîn a pîşeyî ya polîs, ku çalakiyên wê êdî ji hêla leşkerî û çekdarî ve neyên tertîb kirin, Parastina Neteweyî were damezrandin. Li gorî me tê plankirin ku li hin herêman jî yekîneyên Parastina Neteweyî bên avakirin.” Ara Fîdanyan tekezî li ser zêdekirina mûçeyên fermanberan û berfirehkirina garantiyên civakî ji bo dabînkirina cazibbûna xizmetguzariyê û dûrxistina sîstemê ji metirsiyên gendeliyê kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button