TopWorld

Xelkê Êzidî: Dilê me li cihê bav û kalên me rehete

Malbatên Êzidî ên ku ji ber fermana 3 Tebaxê neçarman dev ji warê xwe berdin, hêdî hêdî vedigerin ser malên xwe. Malbata Xero Kiret ku salek ziviriye Şengalê: Dilê me li cihê bav û kalên me rehete, em niha li ser axa pez xwedî dikin û bi kêfxweşî jiyan dikin.

Yek ji civakên herî bi axa xwe ve girêdayî, civaka Êzidiye, li gorî ola Êzdîdatiyê jî, girêdana bi axê re gelek li pêşe. Tevî bi dehan ferman hatin bi serê wan, Êzidiyan dev ji xaka xwe ya pîroz bernedan. Êzidiyên ku di 3 Tebaxa 2014’an de ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê koçkirin, bi arambûna Şengalê re hêdî hêdî vedigerin ser mal û milkên xwe.

Yek ji wan kesan Xero Kiret bû ku di 3 Tebaxa 2014’an de bi malbata xwe re berê xwe dabû, Başûrê Kurdistanê. Xerîbî zehmet bû, milkê xelkê jî zehmet bû, ji ber wê jî carek din berê xwe da axa bav û kalên xwe. Xero niha li gundê Bekira ya dikeve Bakurê çiyayê Şengalê jiyan dike. Gundê Bekir yek ji gundên herî kevnar ê Şengalê ye.

Şeniyên gundê Bekira berî rejîma Baasê debara bi karê cotyariyê dikirin. Karên çandinî û bi lawir xwedîkirinê re mijûl dibûn. Di dema berê de li gund bi dehan rezên hêjîr û tirî hebûn. Piştî rejîma Baas tiştek li gund namîne. Hemû malên gund tên talan kirin. Bîrên avê yên gund tên xetimandin. Şêniyên gund jî ji neçarî berê xwe didin komalgehan. Piştî ku rejîma Baas têk diçe, gel dîsa berê xwe didin gund û dest bi karên xwe dikin. Ji ber ku rejîm bîrên gund xetimandibûn şêniyên gund niha bi xwedîkirina lawiran debara xwe dikin.

Yek ji wan malbatên mexdûr bûne malbata Xero Kirete. Malbata Xero Ev saleke ye ji wargehek Başûrê Kurdisatanê zivirîne û li gund niha debara xwe bi pez xwedîkirinê dikin. Bê guman zehmetiyên her karan heye, Mam Xero jî wiha behsa zehmetiyên xwedîkirina pez dike: “Di xwedîkirina pez de jî gelek zehmetî hene, îsal baran pir kêm hat ji ber vê giya çênebu. Em jî ka dikirin û didin pezên xwe. Ji ber şert û mercan, zivistanê em zehmetiyan dikêşin.”

Xero û malbata wî her siharê zû radibin û pezên xwe dibin çolê, nîvro dîsa dizivirin malê. Seat derdora 13:00 dîsa pezê xwe berdidin çolê, heta evarê. Dema êvarê pez dizivire despê kê av didin wan û dûvre dest bi bêriyê dikin.

Xero ji bo debara mala xwe pezên xelke jî xwedî dike. Bi qezanca vî karî jî ji xwe re li gund xanî avakiriye. Ew dibêje li komalgehan jiyan bi zehmete û wiha dewam dike: “Zarokên min temenê wanhîn biçûkin, ez jî ji ber nexweşiyên xwe nikarim karên zehmet bikim. Ji ber vê em zivirîn gund.”

Xero Kiret keyfxweşe ku ew ser axa bav û kalên xwe ye û got: “Em niha bi alîkariya zarokên xwe re li gund pez xwedî dikin. Ji ber ku em cîhê bav û kalên xwene, dilê me rehete.”

Xero di dawiya axaftina xwe de hem ji bo xwe û hem jî ji bo gundê xwe bang li kesên xêrxwaz dike û wiha dibejê: “Em dixwazin yên xêrxwaz dengê me bibihîsin û alîkariya me bikin. Hîn li gund rê û dibistana me nîne.”

Roj news dinvîse

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button