All NewsTopWorld

Êllên Asatryan ji bo Meclîsa Şaredariya Glêndêlê hatîe hilbijartinê

Êllên Asatryan ji bo Meclîsa Şaredariya Glêndêlê hate hilbijartin, di pêşbirka heîşt namzetan de bû duyemîn û bû yekem koçber, yekem Ermenî-Amerîkî û jina herî ciwan a bajêr ku ji bo meclîsa bajêr hate hilbijartin. Ev agahî ji aliyê asbarez.com ve hatiye ragihandinê.

Merasîma sondxwarinê wê 12’ê Tîrmehê saet di 08:00 de li Salona Şaredariya Glêndêlê pêk were.

Êllen Asatryan, 39 salî, 13,165 deng stend, pir zêdetir ji şaredarên berê Ara Najarîan û Vrêj Aghajanîan dema ku hatin hilbijartin.

“Em dîroka nû ya Glêndêlê diafirînin. Ji bo avakirina bajarekî ku xizmeta me hemûyan bike û şaredariyeke ku bi rastî bibe mala gel em ê bi hev re xebatên xwe bidomînin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button