All NewsTop

Welatî dê tenê bi nasnameya xwe beşdarî hilbijartinê bibin

Serokwezîr Nîkol Paşînyan di rûniştina hikûmetê de diyar kir ku divê pêvajoya hilbijartinê bi nasnameya hevpar pêk were, ew ê nasnameya  “ID“ be. Paşînyan bi bîr xist ku niha gelek belgeyên nasnameyê hene, lê dema welatî beşdarî hilbijartinê bibin divê belgeyekê pêşkêş bikin.

Li gor Paşînyan. “Pêdiviya me bi  nasnameyê “ID“ heye, divê amûrên me yên ku kartê bixwînin li navenda dengdanê hebin, da ku hemû mijarên têkildarî manîpulasyonên hilbijartinê bi awayekî sazûmanî bên çareserkirin. “Şukir ji Xwedê re, di van her du hilbijartinên borî de pirsgirêkeke me ya wiha çênebû, lê bi her awayî rêyeke teorîk jî ku di vê mijarê de alozî dernekeve, ew e ku hilbijartinan bi nasnameya xwe pêk bînin.” Serokwezîr anî ziman ku ev yek dê pirsgirêka lîsteya dengdêran jî çareser bike. Serîlêder û wergir dê xwediyê qerta nasnameyê bin ku dê hemî pirsan bigire.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button