SocietyTop

Wê bedewiyên “Miss HDS 2022” çawa ji temaşevanan re werin pêşkêş kirin?

Pêşbirka bedewiyê ya navneteweyî ya “Miss HDS 2022 (Hevpeymaniya Dewletên Serbixwe)” wê di 17ê Hezîranê de li Kompleksa Sporê û Konserê ya Karen Demirçyan bê derbaskirin. Evar wê ji aliyê Avêt Barsêxyan û Yêkatêrina Gusyêva ve bê derbaskirin. Mêvana taybet a pêşbirkê stranbêj Îveta Mukuçyan e.

Ji 3ê Hezîranê ve 23 keç ji 15 welatên HDS hatinê Ermenistanê. Her çend gelekan karîbûn hevaltiyê bikin jî, xewna her kesî di vê gavê de yek e -tac. Juriya pispor wê biryarê bide, ka wê kî bibe xayê tacê. Di jûriyê de pisporên ji Ermenîstanê û derveyî welêt hene. Navên wan wê roja pêşbirkê bên eşkerekirin.

“Ji bo me şerefeke mezin e ku em bibin welatê mêvandar a pêşbirka navneteweyî ya “Miss HDS 2022″. Ev firsendeke hêja ye ku em careke din navê Ermenîstanê bilind bikin”: got damezrînerê pêşbirkê Naîrî Mnatsakanyan.

Rêvebira pêşbirkê Rubîna Grîgoryan destnîşan kir ku organîzekirina bûyerek bi vî rengî li welatê me geşepêdana qada Bedewiyê li Ermenîstanê teşwîq dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button