PoliticsTop

Serokwezîrê Ermenîstanê rewşa li derdora Qerebaxê pêşkêşî Serokê Meclîsa Parlamenteran OSCE kir

Serokwezîr Nîkol Paşînyan heyeteke bi serokatiya Seroka Meclîsa Parlamenteran a OSCE Margarêta Sêderfêlt qebûl kir.

Rayedarekî hikûmeta Ermenîstanê ji Armenpressê re ragihand, ku Serokwezîr hevkariya nêzîk û diyaloga daîmî ya di navbera Parlementa Ermenîstanê û Meclîsa Parlamenteran OSCE de grîng nirxand. Nîkol Paşînyan amaje bi reformên demokratîk ên ku li Ermenîstanê tên kirin, kir û bal kişand ser rola girîng a civaka navneteweyî di pêkanîna wan de. Serokwezîr anî ziman, ku pêşxistin û xurtkirina prensîb û sazî û dezgehên demokratîk wê di nav karên pêşîn ên hikûmeta Ermenistanê de be.

Margarêta Sêderfêlt hevkariya bi heyeta parlementa Ermenîstanê re bilind nirxand. Wî pêşwaziya reformên demokratîk li Ermenîstanê kir û derbaskirina hilbijartinên parlamentê yên sala 2021-an a pêşwext li gorî pîvanên navneteweyî nirxand.

Serokwezîr li ser daxwaza Serokê Meclîsa Parlamenteran OSCE, rewşa siyasî ya navxweyî ya Ermenîstanê, pêvajoyên li Kafkasya Başûr diqewimin û rewşa li derdora Qerebaxê pêşkêş kir.

Serokwezîr tekezî li ser bihêzkirina aramî û aştiyê li navçeyê kir, û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e civaka navdewletî bersiva guncaw li hember daxuyanî û kiryarên provokatîf ên Azerbaycanê û tunekirina mîrata çandî ya Ermenîstanê, bide.

Di heman demê de Serokwezîr Paşînyan tekezî li ser wê yekê kir ku di çarçoveya Koma Minskê ya OSCE de çareseriyeke berfireh a pirsa Qerebaxê heye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button