PoliticsTop

Piştî naskirina navneteweyî ya Artsaxê, wê mimkûn be ku mijara tevlîbûna Ermenîstanê re were ber çavan: Beglaryan

Rayedarên Komara Qerebaxê wê xebatên xwe yên ji bo naskirina navneteweyî bidomînin. Wezîrê Dewletê yê Qerebaxê Artak Beglaryan di hevpeyvîna xwa RIA Novostî de ev tişt got.

“Em ê xebatên xwe yên ji bo naskirina navneteweyî ya Komara Artsaxê bidomînin.Piştî naskirina navneteweyî ya Artsaxê, wê mimkûn be ku mijara tevlîbûna Ermenîstanê re were ber çavan” : got Beglaryan.

Wî bal kişand ser wê yekê, ku Azerbaycan di vê demê de “xwe bi hêz hesab dike” û ji bilî vê, ew welat alîkariya leşkerî-siyasî ji Tirkiyê werdigire. Ji ber vê yekê rayedarên Artsaxê wê li riyan bigerin ku gav bi gav pirsgirêkên xwe çareser bikin, lê paşê jî bi danûstandinên rasterast bi Azerbaycanê re .

Li gorî Beglaryan, ji bo wê divê Azerbaycan ji aştiyê re amade be. Wî da zanîn, ku bi Komara Ermenîstanê re her tim li ser îmkana naskirina Komara Artsaxê têkilî tên kirin.Li gorî wî, dikare bê gotin, ku Ermenîstanê di rastiyê de Qerebax nas kiriye, ji ber ku di navbera komaran de peywendiyên horizontî hene

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button