PoliticsTop

Serokwezîr Paşînyan bi Anthonî Blînken re bi telefonê axivî

Serokwezîr Nikol Paşînyan bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthonî Blînken re bi telefonê axivî.

Wezîrê Karên Derve xebatên Hikûmeta Komara Ermenîstanê ya ji bo pêkanîna aştî û îstiqrarê li herêmê bilind nirxand, wsa jî mimkun dît pêvajoya reformên demoqratîk li Ermenîstanê.

Di hevdîtinê de li ser çareseriya pirsgirêka Qerebaxê, vekirina peywendiyên herêmî, mijarên ewlekariya herêmê nêrînên xwe anîn ziman.

Serokwezîr Paşînyan nêrînên xwe, yên ji civîna sêalî ya 22yê Gulanê li Brukselê hat kirin, parve kir û destnîşan kir ku hevdîtin bi giştî erênî derbas bûye.Lê mixabin piştî civînê nirxandinên ku ti têkiliya wan bi naveroka nîqaşan re tune bû, hatin kirin.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê amadeyiya Amerîkayê ya ji bo berdewamiya piştgirîkirina reformên demokratîk ên Ermenistanê, çareserkirina kêşeya Qerebaxê, xêzkirina sînorê Ermenistan û Azerbaycanê, vekirina peywendiyên navçeyî û pêkanîna îstiqrara navçê dupat kir.

Her wiha behsa gotûbêjên Ermenistan-Tirkiyê yên di asta nûnerên taybet de jî hat kirin. Hevkar li hev kirin ku têkiliyên di asta bilind de di navbera Ermenistan û Dewletên Yekbûyî de berdewam bikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button