PoliticsTop

Azerbaycan li Hedrûd, Şûşî û Metagîsê mizgeftên nû ava dike

Alîkarê Serokê Komîteya Dewletê ya Saziyên Diyanetê ya Azerbaycanê Gunduz Îsmayilov daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li Hedrûd, Şûşî û Metagîsê yên ku di bin dagirkeriya Azerbaycanê de ne, wê çêkirina mizgeftên nû berdewam bike. Ev ji aliyê ajansa APA ve hat ragihandin.

Rayedarê Azerî her wiha got, tê îdiakirin ku 67 mizgeft li herêmên dagirkirî yên Artsaxê hatine dîtin ku rewşa 2 ji wan baş e. Bi rastî, ew hejmar pir zêde ye. Pisporê bîrdariyê Slava Sarkîsyan, amaje bi wê nûçeya derew kir, berî niha çendîn caran ragihandibû ku li Artsaxê bi giştî 27 mizgeft hene û hemû jî parastî ne.

Divê bê zanîn ku di dema Sovyetê de, azeriyan bi tenê xaniyên xwe diguherandin û ji wan re digotin mizgeft, lê ti têkiliya wan bi mizgeftan re tune bû. Lê wsa jî li herêma Artsaxê ya ku hatiye dagirkirin gelek dêr jî hene ku rewşa wan ne baş e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button