All NewsTop

Jinên Êzidî êrîşên dewleta Tirk şermezarkirin: Wê sernekevin!

Bi pêşengiya TAJÊ jinên Êzidî li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Silêmanî, Çemçemal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezarkirin. TAJÊ diyar kir, êrîş bi çekên NATO’yê tên kirin û banga rawestandina êrîşan kir.

evgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî êrîşên li ser Silêmaniyê, Çemçemal, Kampa Penaberan a Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniya çapemeniyê da. Gelek jinên Êzidî yên di daxuyaniyê de amadebûn, banga nedayîna çek ji bo Tirkiye li hêzên navnetewî kirin û piştgiriya wan a ji bo Tirkiyeyê şermezarkirin.

Daxuyanî li meclîsa TAJÊ ya li Şengalê, ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk ên li ser Silêmanî û Mexmûr hate şermezar kirin û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk bi çekên NATO êrîşê kampeke penaberan dike. Di bin çavdêriya hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê de teyarê tirkan li kampê dide. Dîsa li Zapê li hemberî gerîla çekên qedexekirî bikaranîn. Ev ne însanî ye û hemû dewletên navneteweyî ji van êrîşan berpirsyar in. Ev mehekî ye çekên qedexekirî li Zapê, Metîna û Avaşîn tê bikaranîn.”

‘Di bin çavdêriya Barzaniyan de Başûr dagir dikin’

Di daxuyaniyê de her wiha rol û berpirsyariya PDK’ê û bi taybet malbata Barzaniyan jî hate destnîşan kirin û ev peyam hate dayîn: “Dewleta tirk êrîşê Rojavayê Kurdistanê, Mexmûrê dike. Di bin çavdêriya malbata Barzaniyan de Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Ji ber îxaneta ku malbata Barzanî li Kurdistanê kirî, ew naxwazin kesekî Kurd biserkeve. Lê çi bikin jî wê milet biserkeve.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button