PoliticsTop

P’êç’anê CE û Adrbêcanêye pêþdak’iþandî gere hevva cemkin, axrîya wêda destbi hevr’axeverdana bikin

Semt’girîya alîyê ermenî didûmîne bimîne ew, wekî p’êç’ana pêþdanînê herdö alîyaye derheqa serr’astkirina eleqetê Ermenîstanê û Adrbêcanêda t’emsîlkirî gere hevva cemkin û encama wêda destbi hev’axeverdana bikin- dora r’ojeva e’dlayê.

          Bi e’lamikirina “Armênprês”-ê- derheqa vê yekêda Armên Grîgoryanê k’atvê ÞB nav qisa leze t’ev r’ojne’mevanaye pey r’ûniþtina h’ökömetêr’a got.

          “R’ojeva e’dlayêva  girêdayî, fe’mdarîye, nêzîkbûna me ewbûye, wekî p’êç’anê hindava Adrêcanê û Ermenîstanêda pêþdak’iþandî gere hevva cemkin û axirîya wêda- dora r’ojeva e’dlayê, destbi  hevr’axeverdana bikin. Ev pirs, fe’mdarîye, Bryûsêlêda me bilindkirîye. Ya meye dîtî ewbûye, wekî hindava Adrbêcanêda serwextbûn heye, wekî em gere pêþda bilivin. Lê van xilazîya bi vê p’arê isa jî e’lametîyê cime’tî hene”,- Grîgoryan got.

          K’atvê ÞB da k’ivþê- gömana alîyê ermenî heye dora r’ojeva e’dlayê demekê bêne ser fikirekê. “Çimkî r’ojeva e’dlayê nikare bi yekalîve, r’ojeva e’dlayê gere döalîve. Û nav wê fikira döalî gere p’êç’ana wan herdö pêþdanîna wergire, k’îjanê gere hevva cemkin û bi wê r’ojevê pêþda her’in”,- ewî da k’ivþê.

          Grîgoryan serda zêdekir, wekî xevatê wê pêþda bivin.

          “Em hima sêrîda jî serwextbûne, wekî pêvajoya e’dlayê pêvajoya çetine, û emê bidûmînin wî t’erefîda bixevtin. R’ojeva me didûmîne ya e’ynî bimîne, û emê bicêr’bînin pêþda bilivin”,- ewî xitimkir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button