CultureTop

Radyoya Ermenîstanê cara yekem li Îsraîlê derket

Li gorî zanyarê siyasî Mêndêl Korsunskî, armanca çêkirina radyoyê ew e,ku welatiyên Îsraîlê bi Ermenîstanê nas bikin, lewma radyo bi zimanê Îbranî tê weşandin.

Vê gavê ji bilî muzîka a bi formata 24/7, bernameyên henekan jî li ser hewayê hene. Mukuch pirsan ji radyoya Ermenîstanê dike, Davît bersivan dide û beşa “Tu dizanî?” , ku li ser Ermenîstanê, gelê Ermenî rastîyên balkêş gilî dike.

Di demeke nêz de tê plankirin ku de beşa “Pêjgeha Ermenî. Ne tenê xwarin, lê guhdarîkirin jî xweş e” were weşandin.

“Bê guman, ne ez û ne jî Dawid em ê bi vê yekê razî nebin. Em bi berdewamî li ser lêgerîna raman û afirîneriyên nû ne, da ku guhdarên me tim eleqedar bin. Armanca me ew e ku em çanda ermenî li Îsraîlê bi pêş bixin”: got Korsunskî

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button