EconomicsTop

Li Êrîvanê navendeke teknolojiyê ya nû vê bê avakirin

Li Êrîvanê navenda teknolojiyê ya pirfunctional Dalan bi veberhênanek 110 milyon dolarî tê çêkirin. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, şirketa “Enterprise Armenia” li ser vê yekê peyamek belav kir.

Di rûbera giştî ya 158,000 metrekare de, “Dalan” dê ofîs, qadên bazirganî, navendên werzîşî û zanistî-perwerdeyî, cihên giştî-rehabîlîtasyonê bihewîne. Kompleks dê xwediyê otêlek, parkkirina zêdetirî hezar otomobîlan . Ew ê bibe yekem avahî li herêmê ku standarda avakirina BOMA A-yê bicîh bîne. Standard ji çîna herî bilind û avahiyên bi prestîj re tê dayîn, ku çareseriyên bi kalîte, pergalên nûjen pêşkêş dikin. Proje dê li ser bingeha standardên pejirandina LEED were bicîh kirin.

Rêvebirê Giştî yê şirketa “Enterprise Armenia” Lêvon Ohanêsyan bal kişand ser girîngiya taybetî ya navendê hem ji hêla qebareya veberhênanan û hem jî di bandora çaverêkirî ya li ser pêşkeftina hawîrdora ekolojîk a teknolojiya Ermenistanê de.

“Dalan” dê di sala 2026an de vê bikevin operasyonê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button