CultureTop

Larî Gagosyan, ermenî, portreya Monroe bi 195 milyon dolar kirî

Yek ji portreyên Marlîn Monroe yê hunermendê Amerîkî Andî Warhol, di mezada bi navê Christie’s de bi 195,04 mîlyon dolarî hat firotin. Artnews.com radigihîne ku ev portre wek karê herî biha yê hunera Amerîkî rekorek tomar kiriye.

Portreya dîvaya Hollywoodê Shot Sage Blue Marilyn, ku Monroe li ser paşxaneyek şîn a sivik nîşan dide , ji hêla Warhol ve hate afirandin.

Ev berhema hunerî di sala 1964an de, du sal piştî mirina Marlîn Monro ve hatiye afirandin û yek ji sembolên hunera Amerîkayê ye.

Buhayê dawîn ê portreyê hema hema bi hêviyên pisporan re, ku nirxa wê 200 mîlyon dolar texmîn kiribun, hevaheng bû.

Bi tevayî çar kiryaran serî li vî karî dabûn, lê serketî di mezadê de bazirganê hunerî yê Ermenî Larî Gagosyan bû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button