PoliticsTop

Serokê Meclisa Neteweyî krîza siyasî ya navxweyî nabîne

Serokê Meclisa Neteweyî Alen Sîmonyan krîza siyasî ya navxweyî nabîne. Li gorî nûçeya “Armenpress”ê li Meclisa Neteweyî di brîfînga rojnamevanan da Alen Simonyan destnîşan kir ku hêzên siyasî yên ku di hilbijartinên 2021ê yên parlementê de têk çûn, niha bi heman aktoran, bi heman gotinan,bi heman êrîşkarîyê, bê pêşniyarek zelal ji bo hemwelatiyên Komara Ermenîstanê re, hewl didin pêlek rakin.

“Lê ji min re eşkere ye, ku welatiyên me tercîha xwe kirine u hewl didin xwe ji gavên wiha dûr bixin”: Sîmonyan da zanîn ku ew ti aloziyeke siyasî ya navxweyî nabînin.

Di derbarê hevkariyê de, Meclisa Neteweyî diyar kir, ku wan 10-15 caran gotine, ku bi opozisyonê re hevkarî dikare hebe. Dikare hevdîtin bi Serokwezîr Nîkol Paşînyan re hebe u nîqaşkirina her mijarê bibe.

“Lê ez ditirsim ku ew vê rojevê red bikin, ji ber ku ew ê ji bo wan bibe xitimandin. Tiştê ku ew dibêjin ne formulekirî ye, pêşniyara wan a ji bo hemwelatiyên komara Ermenîstanê tune ye. Eger di aliyê siyasî de tiştekî bê gotin, Meclisa Neteweyî cihê pêvajoya gotinê ya siyasî ye”: got Sîmonyan

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button