
Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan di 2-6ê Gulanê de ji bo beşdarbûna Diyaloga Stratejîk a Ermenî-Amerîkî wê here Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.
Ararat Mîrzoyan dê li Waşîngtonê jî bi Wezîrê Derve yê Amerîka Anthonî Blînkên, Dîrektora USAID Samantha Powêr, Alîkara Taybet a Serokê Amerîka Amanda Slot û hevkarên din re bicive. Bi nûnerên payebilind ên Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re wê hevdîtin bên kirin.