PoliticsTop

Ermenistan natirse ku xwe li ser nexşeyan nebîne

Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev diyar kir ku pêvajoya zelalkirina sînorên bi Ermenîstanê re wê li gorî hemû nexşeyên ji sala 1918’an heta hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ya sala 1991’an pêk were, u li gor hin nexşeyên salên 1918-1920’an tê îdiakirin ku Yêrêvan û Syunik girêdayî Azerbeycanê ne. Ajansa nûçeyan a Armenpressê ji Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan xwest ku li ser van daxuyaniyan şîrove bike.

“Em ne li dijî lêkolînên nexşeyê ne. Lê çima xwe bi sedsala 20-an ve bisînor bikin? Em dikarin nexşeyan bi afirandina Babîlê di sedsala 6-an berî zayînê de dest pê bikin, an jî bi afirandina ji hêla Herodot ve di sedsala 5-an berî zayînê de, an jî bi afirandina ji hêla Strabo ve di sedsala 1-ê berî zayînê de hatî afirandin, an jî ji nexşeyên ku di sedsala 2-an de bi afirandina ji hêla Klavdîus Ptxomeos ve hatî çêkirin,an jî ji nexşeyên ku di heman heyamê de ji hêla Plînyos Mezin ve hatî afirandin û bi gelek danasînên erdnîgarî yên latînî, bîzansî, erebî û yên din û nexşeyên demên paşerojê bidomînin. Ermenistan natirse ku xwe li ser wan nexşeyan nebîne.

Lêbelê, Komara Ermenîstanê ku bala xwe dide xebata bibandor a Komîteya Pêşerojê ya Nîşankirin û Ewlehiya Sînoran, di wê baweriyê de ye ku ev xebat divê li gorî nexşeyên ku ji hêla her du aliyan ve hatine pejirandin, ku hêza wan ya qanûnî heye, were çêkirin”: got Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button