
Ij Ermenîstanê serê h’eywanê zêndî diha gele tê deranînê, ne kö tê derdaanînê. H’îmlî h’eywanê cinsî tînne li Ermenîstanê- bi meremê levzêdekirinê, bi k’aþê t’am seva þerjêkirinê tê deranînê.
Narêk Hayrapêtyan- dewsgirtîyê serk’arê meqameta CE-êye bêqezîabûna xöreke midîrtîyê – Nav van herçar sala weke 65 h’ezar h’eywanê gir ij Ermeenîstanê hatne deranînê, lê dereca ê hûrda bi r’êkordî 273 h’ezara zêdetir.
Bi salixê meqameta bêqezîabûna xöreke midîrtîyê- par ij Ermenîstanê weke 38 h’ezar h’eywanê gir û 103 h’ezar h’eywanê hûre zêndî hatne deranînê. Bi h’esavê sala- Ermenîstanêda deranîn zêdebûna meh’kem qeyddike. Bi salixê komîtêa h’alnivîsarê- sala 2020-î Ermenîstanêda 613 h’ezara zêdetir h’eywanê gir hatne qeydkirinê, lê sala 2021-ê- 559 h’ezar. Dewsgirtîyê midîrê meqameta bêqezîabûna xöreke midîrtîyê kêmbûna serê h’eywên pirsgirêk h’esavnake, h’ersal r’eqem diþewþe, lê deranîna wê t’imê k’omekê dide pêþdaçûyîna war. Berk’kirina pêvajoya karantînê k’omekê dide deranînê, isa jî deranînçî zêdebûne.
Narêk Hayrapêtyapn- dewsgirtîyê serk’arê meqameta CE-êye bêqezîabûna xöreke midîrtîyê – H’erke salê berîn t’emamîya hejmara serîya destê çend deranînçîyadabû, dêmek îro deranînçîyê meye p’ir’hejmar hene, deþt hatîye azayîkirinê.
Ij dehe hevaltîyaî zêdetir niha ij welêt bi k’aþê zêndî bi deranînê mijûldivin. Pêþtirî wê, welatê e’rebada salbisal lazmaya h’eywanê hûr zêdedive.
Narêk Hayrapêtyan- dewsgirtîyê serk’arê meqameta CE-êye bêqezîabûna xöreke midîrtîyê – Serê sala 2018-a 646 h’ezar serî h’eywanê me hebûne, ij k’îjana nav çar sala me 270 h’ezar serî deranîye, lê bi h’esavê 1-ê meha sala 22-a me 685 h’ezar h’eywanê hûr h’esavkiribû.
Welêtda salixê serê h’eywêne safî her t’enê pey h’esavkirina seranserr’a wê bive, destpêbûna k’îjanê payîzê têr’adîtîye.