All NewsTop

Hêzeke zirxî ya Artêşa Iraqê ber bi Şingalê ve bi rê ket

Çavkaniyekî ewlekariyê yê li Şingalê diyar kir ku hêzeke mezin ya Artêşa Iraqê bi çek û amûrên giran yên serbazî ji Mûsilê ber bi Şingalê ve bi rê ketiye û beşek ji wan hêzan jî gihîştine nêzî bajarokê Sinûnê ya ser bi Şingalê.

Îro Duşemê 25ê Nîsana 2022an çavkaniyekî ji asayişa Iraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Hêzên Artêşa Iraqê ya ku bi rê ketî beşek in ji hêzên zirxî yên liqa 9 a artêşê.”

Berpirsê Operasyonên Hêzên Pêşmergeyan li Şingalê Luqman Gelî Îbrahîm, derbarê hêzê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Ew hêz ji bajarokê Tacî yê Bexdayê hatiye veguhestin û gihîştiye Mûsilê. Ji wir jî ber bi Şingalê ve bi rê ketine. Hêz ji 40 wesayîtên zirxî pêk tê û dibe ku armanca hêzê ne navçeya Şingalê be lê li gor agahiyên me dê biçin ser sînorên Iraq, Sûriye û deverên ku hêzên PKKê lê hene.”

Di 18 û 19 Nîsana 2022an de li sinorê Şingalê di navbera Hêzên Iraqê û hêzeke nêzî PKKê de şer û pevçûn derketibûn û di encamê de çend kes birîndar bibûn û du serbazên Iraqê ji aliyê şervanên YBŞê û çend şervanên YBŞê jî ji aliyê Hêzên Iraqê ve hatibûn girtin.

Dema ku ji aliyê Artêşa Iraqê ji bo derketina hêzên ser bi PKKê yên li Şingalê di 1ê Nîsana 2021an de temam bibû lê hin hêzên ne fermî çend caran ji Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmergeyan re jî pirsgirêk derxistin.

Di 9ê Cotmeha 2020an de Bexda û Hewlêr li ser asayîkirina rewşa Şingalê û birêvebirina navçeyê di warê rêveberî, asayîş û xizmetguzarî de bi awayeke hevbeş lihev kirin lê hîn jî di warê ewlehiyê de çendîn hêzên serbazî li deverê hene ku di nav wan de; Hêza Parastina Êzîdxanê, Fermandariya Pêşmergeyên Şingalê, Artêşa Iraqê, Polîsên Federal, Polîsên Herêmî, Asayîşa Êzîdxanê û YBŞ. Rêkeftina Şingalê ya di navbera Bexda û Hewlêr li ser sê babetên “rêveberî, ewlehî û jinûveavakirinê” hatiye dabeşkirin ku ji 9 xalên sereke yên ku tê de nexşerêyeke şopandinê ji bo cîbicîkirina rêkeftinê ji bo vegerandina aramî û asayîkirina rewşa Şingalê heye, pêk tê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button