PoliticsTop

Wezîrê Derve yê Ermenîstanê  wê here Hindistanê

Wezîrê Karên Derva Ararat Mîrzoyan di navbera 25-27ê Nîsanê da wê bi serdaneke xebatê here Hindistanê.
Li paytexta Hindistanê Delhiya Nû, Ararat Mîrzoyan dê beşdarî konferansa bi prestîj a “Raisina Dialogue” bibe.

Wezîrên Karên Derve yên beşdarî konferansê dibin dê ji aliyê Serokwezîrê Hindistanê Narêndra Modî ve bên pêşwazîkirin. Berdevkê Wezareta Derve ya Ermenîstanê Vahan Hunanyan ragihand.

Civîna wezîrên derve yên Ermenîstan û Hindistanê jî dê pêk were.

Di çarçoveya serdanê de dê forûma bazirganiyê ya Ermenî-Hîndistanê were derbaskirin.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê dê li Mumbai ku wekî navenda karsaziya Hindistanê tê hesibandin hevdîtinan pêk bîne.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button